Li Êlihê  xwendekarên ku xwendina xwe xelas kirin, li mizgefta Selîmîyeyê ya ku li taxa Baglara Êlihê ye bi merasîmekê 21 xwendekar îcazetên xwe standin.

Di merasîma îcazetê de endamê Îttihadê û Seydayê medrese Mela Mehmet Alî Arslan di derbarê girîngîya vê merasîmê de wiha û got: “ Em însan ji axê hatine xuliqandin. Em ew qas hewcedar û muxtac in. Lê bele Xwedê Te’ala kirasa xelîfetîyê li me kir. Şeref da me, meqamê me bilind kir. Ji ber vê yeke jî tiştê ku însanan ji  wan candaran cuda dike eql û ilm e. Heke eql û ilm tunebana Xwedê Teala ji axê bi vî awayî însanekî giranqedir dernedixist.”

Mersîma îcazetê , bi dia kirina Mela Abdurrehman bi dawî bû. Her wiha li Sêrtê, li Medreseya Şêx Mûsa jî 12 xwendekarên ku xwendina xwe qedandibûn îcazeta xwe wergirtin.

Editör: Haber Merkezi