Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê, di çarçoveya doza ku bi sebeba kirina alîkariyê ji PKKê re li dijî hinek şaredariyan vekiriye de, gelek wesayitên şaredarîyê hatin desteserkirin.

Serdozgerî, bi sedema ku kirina alîkarîya ji PKKê re derbarê 6 şaredariyên navçeyên Diyarbekirê yên Dîcle, Sîlvan, Sûr, Qulp, Bismil û Licê de jêpirsîn da destpêkirin.Di çarçoveya jêpirsînê de gelek wesayîtên mîna yên kar û  kepçe û gelek wesayîtên din hatin desteserkirin.

Kesên bi navê  F.K, H.C, A.R.Ç, Y.S, A.O ve A.O. yên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin ji alîyê dadgeha nobedar ve  hatin tewqîfkirin.

 

Editör: Haber Merkezi