Ayşê bi lerzeyekê şiyar bû. Her der tarî bû. Hewl da ku hişê xwe bîne ser tiştan. Dengê ewran, çirûskîna birûskan...
Roja ku bi kevirê çeqmaqê dilîst hat bîra wê. Ew wê çaxê zarok bû. Wexta du kevirên spî li hev dixistin, çirûskên agirî jê difûrîn. Bûyera lêdana birûskê, bîstekê mîna çirûska agirî ya ku bi lêkera du kevirên dêvsa derdikeve dît. Xwe, avahiyên mezin, mal û mirovan jî mîna kevirên piçûk û kürmoriye li ser erdê hesibandibû. Erê wisa ye, em di vê gerdûna mezin de çiqas cîhekî piçûk digirin.
Ev hemû fikir di lahza ki de di hişê wê re derbas bûn. Ji cîhê xwe rabû. Wê lampayê vekir, lê ferq kir ku elektrîk çûye.
Jiyanê çiqas ders didan mirova. Çavê ku bibîne, guhê ku bibîze û dilê ku hîs bike ji van hemûyan re pêwîst bûn. Heke Xwedê qewetê nede, ti hêza ku tu ji cîhê xwe rabî jî nîn e; rastî mîna qutbûna elektrîkê ku jiyanê felç dike. Dema nimet ji destê me diçe, em ferq dikin ku ew nimetek bû. Lêbelê ji bo ku mirov şukir bike, ne hewce ye ku tiştek ji destê mirov biçe. Şukir, ferqkirina bedewiya her rewşa ku tu tê de yî ye û ji bo vê jî bi dengekî bilind spasîkirina Xude ye. Şukirek, deriyê hezar nimetan vedike; mîna ku di ayeta 7'an a Sûreya Îbrahîm de tê vegotin:
وَإِذْ تَأَذَّنَ رَبُّكُمْ لَئِن شَكَرْتُمْ لأَزِيدَنَّكُمْ وَلَئِن كَفَرْتُمْ إِنَّ عَذَابِي لَشَدِيدٌ
"Û dema ku Perwerdekarê we ragihandibû: 'Sond be, heke hûn şukir bikin, ez ê teqez nimete xwe li ser we zêde bikim. Lê heke hûn nankoriyê bikin, bêguman ezaba min gelekî dijwar e.'"
Wisa be, tu jî mîna Ayşe serê xwe hilde û li ampûlê binêre. Paşê spasiya xwe ji Edison re bike, paşê jî ji Xuda ye wî re. Ji wê jî wêdetir, şukir bike ji wî Rehmanê ku roj kiriye qendîlek mezin û nayêne qutkirin. Kî zane, belkî bi şukireke te Xwedê dê hezarên rojan diyarî te bike.
Xwedayê min, ji bo hemû nimetên ku te dane me, yên ku tu ê bidî, yên ku te nedane û yên ku tu plan dikî ku bidi, ji te re spasiyên bêdawî...
Zehra Bayram