Yek he bu, yek tune bû. Ji Xwedê pê ve kes tune bû.. Gerdûnek mezin, kaniyek mezin, galaksî, stêrk û gerstêrk.. Tavek, heyvek û cîhanek şîn.. Di nava vê cîhanê de jî tov bi tov.. Tovên ku bi zimanê îlahî dê şîn bibin. Dibe ku jî gerdûna mezin seraya van tovan bû, lê me ferq nekir..

​Her tov di nava xwe de zerrên, hucreyên ku dihewîne.. Ji bo vê jî çavkaniyên ku dê wî xwedî bikin, şîn bikin.. Kî ku tovê xwe ji kaniyê jiyanê bi têrî av da, baxçeyê xwe, di sirûşta wê gerdûnê de bû gula ku bêhna wê heta ukbayê (axiretê) diçe. Kî ku wekî Hacer bi sebat rêya jiyane negeriya, ew di oxira bûnaxê de hişk bû, tune bû. Ne di vê cîhanê de hebû, û ne jî tov girt, li ukbayê şîn bû.

​Xwedê di jiyana ku daye de, mîna tovekî kodên sirûştê (fîtratê) barkiriye ser me. Rêyên parastina fîtratê, ji ber sifeta xwe ya Rebitiyê, di pirtûka xwe de tenê ji bo me, bi ziman û psîkolojiya ku em ê fêm bikin, yek bi yek rêz kiriye.

​Her rewşek ku em fîtratê red dikin, yan jî bi gorî fîtratê rê naçin, jiyanê ji me re vediguherîne cefayekê tenê. Heta ku Roja me Quran, Ava me Pêxember, Hewa me wijdan be, Xwedê dê me wekî nebatê, wekî kulilki şîn bike û me bixe bin parastina xwe. Bê guman ji bo vê divê mirov xwe bide Xwedê, mîna Meryemekê.

​Xwedê di Quranê de ji bo Hz. Meryem çi dibêje:
​فَتَقَبَّلَهَا رَبُّهَا بِقَبُولٍ حَسَنٍ وَاَنْبَتَهَا نَبَاتًا حَسَنًاۙ(*)
​"Rebê wê ew bi qebûlekî xweş pêşwazî kir, wekî nebatên xweş mezin kir.."

​Wate çi bû; Heke tu di vê cîhana ziha û çolê de bibî Hacer, Xwedê te wekî Meryemekê qebûl dike û wekî gulekî mezin dike, û çerxa gerdûna mezin jî ji bo vê gulê û gulên din digerîne. Yanî ji bo te..
​Bê guman divê mirov xwe nede destê her baxçevanî jî..

​Hin kulîlk tên bêhnkirin,
Hinên din tên temaşekirin,
Hin li kulikan, hin li baxan,
Hin jî li zeviyan şîn dibin.
​Tu li ser kulîlkbûna xwe bisekine,
Bayê ku te dihejîne, bila tenê te bide reqsandin,
Çi reqsa te an bêhnek xweş e, an jî tohumek e,
Lewra destê her baxçevanî, ne li gorî kulîlkan e.