Rojkî, mirovekî di nava xwezayê de dimeşiya. Wî dît ku minminnik (pilpilok) dixwaze ji kozaya xwe derkeve û ji bo wê xwe tev dide. Mirov bi lez nêzîkî wê dibe. Minminnik qulikek piçûk vekiriye û bi hemî hêza xwe dilerize.

​Mirov hinekî di sekine û temaşe dike. Dinhere ku minminik westiya û disa xwe tev da. Dilê wî bi wê minminnika piçûk dişewite. Dixwaze zû zû alîkariya wê bike û wê azad bike. Bi tiştekî tûj ku li cem wî heye, qulika kozayê hinekî fireh dike û minminnik derdixe derve.

​Lê tiştekî xirab çêbû. Bedena minminnikê mezin û werimî bû, baskên wê hemû qermîçî bûn. Minminnik xwest bifire lê kete erdê; nikaribû bi rê ve jî biçe. Piştî demeke kurt li wir mir.

​Lê tiştekî ki wî mirovî nizanibû hebû: Divê ew minminnik bi xwe, bi enerjiya xwe ew qulik bida qelişandin. Ew zehmetî û êş, ji bo ku şilava di bedena wê de biçe nava baskên wê û ew xurt bibya. Ev ji bo minminike şert bû.

Wî mirovî digot ez qenciyê dikim, lê bi destê xwe minminnik kuşt.

​Jiyan jî wisa ye. Carinan em jî ji pacekî teng li jiyana xelkê din dinhêrin û dibêjin: "Çima ev tişt hatin serê me? Xelk çiqas bextewar e!"

​Lê rastiya me ev e: Ji bo em xurt bibin, divê em bi xwe li ber wan êşan rabin.

​Ji ber ku mirov, ji bo ku mezin bibe û bigihîje, divê hinek êşan bikişîne. Ev êş, diyariyeke ku Xwedê daye me ye ku em pê pêş ve biçin. Divê em tu carî li bendê nebin ku yek bê me rizgar bike. Kî ku li bendê be, ew ji wê dersa ku êş dide bêpar dimîne. Êşa ku îro tê kişandin, hêza ruhê me mezin dike.

​Divê em vê bizanin:

Çi bûye, ji bo xêra me bûye.

Çi bûye, di bin çavdêriya Xwedê de bûye.

Çi bûye, ji bo ku em mezin bibin û ber bi rêyekî xweştir ve biçin bûye.

​Səbir bike. Êşa ku tu îro dikişînî, diyariya herî mezin e ku dê te bigihîne wê ronahiya ku tu heq dikî.

Ji bîr neke; tav di dema herî tarî de şevqê dide.

Zehra Bayram