Xwendin bingehê jiyana mirov e; mirov ji gava hişê wî li serê wî bûye û vir de gere ku bixwîne. Xwendin, ne tenê ew e ku em tîp û peyvan bînin ser hev; gerdûn e, mirov e û guhdarîkirina wan dengên di kûrahiya dil de ye jî.
Xwendin tiştekî wisa ye ku hem hundirê mirov hem jî derveyê mirov ronî dike.
Vê yekê fêmkirin ne zehmet e; lewra Xwedayê ku ev gerdûn saz kiriye, dixwaze ku em jî vê nîzamê temaşe bikin. Ji ber ku em bi aqil hatine afirandin, em dikarin vê gerdûnê bixwînin.
Gava em li fermana ewil dinihêrin dibêje: "Bixwîne, bi navê Xwedayê xwe yê ku te afirandiye!" Eger em bibêjin xwendin ewe; tenê kitêbên dînî ku tu bixweyni em ê qedrê wê qabiliyeta ku Xwedê daye me nîşan nedin. Tu tiştek tune ye ku ji Xwedê cuda be; tu zerreyek ne serbixwe ye. Îcar ji vir divê em vê fêm bikin: Her tiştê ku heye hêjayî xwendinê ye û her xwendinek bi navê Xwedê çêdibe.
De ka bêje, xwendin çi dide me? Gava em li ezman dinihêrin, rojê dibînin ku bûye çavkaniya jiyanê. Heyvê dibînin ku bi ronahiya rojê xwe dide xuyakirin û stêrkên ku wekî çirayan dibiriqînin ...
Gava em li ser vê yekê tefekkür dikin, em fêm dikin ku: Xwedê tu tiştekî bereday neafirandiye. Ew ezmanê ku em lê dinêrin bi manzarayekî xweşik xemilandiye; da ku em fêm bikin, bixwînin û dema em dixwînin em jî mîna stêrkeke li ezman bibiriqînin.
De ka bêje, di nava vê nîzama ku evqas xweşik e de, tu amade yî ku bibî çira û di vî gerdûnî de bibî roja xwe? Tu yê bibî çavkaniya jiyanê?
Pêşî tu yê xwe bişewitînî belkî, tu yê bi êşî; lê pêşî hundirê xwe, paşê jî derdora xwe ronî bikî û tîrêjên xwe bidî vê jiyanê.
Silav li wan kesên ku dibin roja jiyana xwe û bi ronahiya xwe kesên din jî ronî dikin!
Zehra Bayram